KEVIN JOCHİM, German #YPG fighter martyred on June 6th in #Rojava

German-YPG-KEVINJOCHİM

Advertisements

2 thoughts on “KEVIN JOCHİM, German #YPG fighter martyred on June 6th in #Rojava

  1. “Ez Bi Xwesteka Avakirina Jiyana Azad Hatim”
    Created on Monday, 13 July 2015 12:00 | Print | Email | Hits: 597
    Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

    Rojava, rixmê hemû hewldanên dijber jî di rewşa mînakbûna xwe ya biratiya gelan de berdewam dike. Di serî de DAIŞ, hemû hêzên ji alozî sûd werdigrin hewldan ku Rojava jî bibe cih û warê pevçunên gel, netew, ol û mezheban. Ji bo vê hemû rê ceribandin û provokasyonan li darxistin. Lê hemû hewldanên kirej, planên kîret, bi hişyarbûna gelên me vala hat derxistin.
    Di vala derxistina van lîstokan de felsefeya gelên me yên ku li Rojava jiyan dikin rolekî girîng listî ye. Ew felsefê ku xwe dispêre çanda parvekirin, cirantî û piştê hev girtin, îro bi projeya neteweya demokratîk ve dibe mînaka herî ber bi çav a çareseriyê.
    Ev xêt têne ne di ciranên vê axê wekî Kurd, Ereb, Faris, Asurî û Tirkan de, heman demê de hemû dildarên azadiye yên ku çar aliye cihane jiyan dike jî bandor dike. Li ser vê esasî pêla piştêvaniye bi şoreşa Rojava re tim bilind û xurttir dibe. Ciwanên ji welatên cûda ye cihanê tên, li Rojava digîhin hev û mil bi mil di eniya parastina jiyana azad de cihê xwe digrin. Bi xwîna û xwêdana xwe erdê pîroz av didin.
    Yek ji wan hevalên heja jî rêhevalê me ya Dilsoz Bihar (Kevin Jochim) a eslê xwe Elman bû. Heval Dilsoz 2’ê Mijdarê 1993 bajara Kalsruhe Elmenya, di nava malbatekî hejar de çavê xwe ji cihanê re vekiriye. Piştî xwendina 10 salan bi serkeftî dibistana navîn xilas dike û ji bo alîkariya malbata xwe di karên cûda de kar dike. Heval Dilsoz, bi karkirinê jî bes nabê û heman demê de perwerdekirina zarokên derdorê xwe jî dikeve nav hewldanan û mamostatî ji wan re dike. Dîsa ji bo ev helweste xwe ya perwerdekirina zarokan bigihîne encam, di beşa Pedagojî jî dixwand.
    Heval Dilsoz, hîn 14 salî bû tevlî refên çepgirên Elmanye dibe. Demekî direj di nava van koman de tevlî xebatên bîrdozî, perwerdehî, propaganda û tevlîbûne dimeşîne. Li vir heta rêveberiyê komê ya bajêr jî cihê xwe digre.
    Piştî demekî direj a van xebatan de bi saya xebatên hevkar de tevgerê azadiyê nasdike. Bîrdoziya sosyalîzma îlmî de xwe qanax dike û hewldide di nava vî de cih bigre. Li ser vê esasî 2012 tevlî refên tevgere azadiye dibe. Di qad û xebatên cûda de cihê xwe digre û herî dawî zivistana sala 2015’an de berê xwe dide Rojava.
    Heval Dilsoz vê tevlîbûne xwe wiha penase dikir “Sedema tevlîbûna min, xwesteka avakirina jiyana azad û şoreşekî nû bû. Min ji sîstema konfederalîzma demokratîk bawer kir. Wekî din meraqa min ji bo rêya şoreşgerî hebû. Tevlîbûna min, tevlîbûnekî bi dilê pak û serbest, iradeyekî azad û îdeolojîk e. Ez bi xwestek bûm. Ne şert û mercên jiyana min ez anîme vir, xwesteka min ez anîme vir. Ez ji hezaran kîlometro hatim ji bo wî welatî. Min soz da wijdana xwe ku ez wê xetê xira nekim.”
    Heval Dilsoz, wekî navê xwe, tim bi sozê xwe ve giredayî û bi awayekî pêşeng tevlî kar û xebatên şoreşê bû. Destpêke dibe fermandarê tîm, piştrê jî ya taxim. Herî dawî di tabûrên dilxwazên biyanî de wekî fermandarê taximê erk digre. Pêşketina xwe ya qada leşkerî de bi sînor nake. Heman demê de çand, ziman û felsefeya Kurdan de jî xwe kûr dike. Heval Dilsoz rewşa xwe ya vî derbarî de wilo tîne ziman; “Ez Elman im. Çand û zimanê vî gelî, çand û zimanê min e. Dîroka wî jî bi hemû başî û xirabiya xwe ve dîroka min e jî. Ez koka xwe tu car înkar nakim. Lê min çand û zimane gelê Kurd wekî çand û zimane min e nîz bûm û fêr bûm. Ez hez ji zimane Kurdî dikim.”
    Rêheval Dilsoz bi her awayî xwe kûr û zana kiribû. Di şer, jiyan û hevaltî de her li pêş bû. Di heman demê de wekî mirovekî sosyalîst êşa gelan ji kûr de dibîhist. Ew baş dizanî, heta mirovekî jî li ser rûye erdê ne azad be, wateya azadiya şexs tûneye. Ji ber vê bi hemû hêza xwe li dijî dijminên mirovahiye şer kirin ji xwe re kir armanc.
    Li hemberî çeteyên hov, terorîstên DAIŞ’ê di qada şer de bi lehengî şer kir. Di nav hemleya Fermandar Rubar Qamişlo de rizgarkirina gund û bejahiyên ji destê DAIŞ’ê de rolên girîng lîst. Lê mixabin, 6’ê Tîrmehê 2015’an de rêhevalê me Dilsoz, di pevçunên gundê Şergirat a giredayî bajaroka Silûk de gihişt şehadete.
    Xemginiya me ya li ser şehadeta heval Dilsoz gellek dijwar e. Me mîlîtanekî çar bi çar winda kir. Lewma em li ser rêheval Dilsoz çi bejin jî wê têre neke. Lê em dikarin soz bidin ku armanc û xewnên heval Dilsoz bişopînin. Heta serkeftinê li dijî tarîtiya ku li ser gelên me tên spartin tûne bikin çi ji dest me were em bikin.
    Li ser vê esasî em di serî de ji malbata şehîd Dilsoz, ji malbata Jochim û piştre hemû gelên me yên Kurd û Elman re sersaxiyê dixwazin. Em dubare dibejin ku heta serkeftine mayinde neye bi dest xistin, wê tekoşîna me ya li dijî terorîstên DAIŞ’ê berdewam bike. Heta ciwanên dil pak û dil soz li ser vê xakê hebin û li pey şehîdên xwe de bimeşin, wê serkeftin her a me be.
    Nasnameye Şehîd wiha ye :

    Navê tevgerî : DILSOZ BAHAR
    Navê rast : KEVIN JOCHİM
    Navê dayikê : MAORİNE KOSTLUK
    Navê bav : FREİDİ BENKLER
    Cihê ji dayikbûnê : KARLSRUHE- ALMANYA
    Cih û dîroka şehadetê : 6.7.2015 SILUK GUNDE ŞERGIRAT

    Navenda Ragihandina YPG
    13 Tîrmeh 2015

    http://ypgrojava.com/ku/index.php/martyrs/970-13-07-2015

وەڵامێک بنووسە

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / گۆڕین )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / گۆڕین )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / گۆڕین )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / گۆڕین )

Connecting to %s